Serrûpel Nûçe Gelo kê Butto kuşt?

Gelo kê Butto kuşt?

Belav bike

Kurê Serokdewleta Pakistanê a berê Benezîr Butto, Bilavel Butto, îdiayeke balkêş avête holê. Îdia kir ku dayika wî Benazîr Butto, ji aliyê Serokdewletê Pakistanê yê berê Pervez Muşerref ve hatiye kûştin.
Bilavel Buttu, bi televizyona Amerîkî CNNê re axifî. Butto, “haya Serokdewletê Pakistanê yê berê Pervez Muşerref bi sûîkasta rêxistina El Qaîdeyê hebû,  lê dîsa jî tedbîr negirt û ji bo parastina dayika min parastineke beskirî nesepand.”
Benazîr Butto, di sala 2007 an de di mîtînga hilbijartinê de hate kûştin. Butto, jina ewil bû ku li Pakistanê bûbû serokdewlet. Du cara serokdewletiya Pakistanê kiribû.