Serrûpel Nûçe “Qur’an ji bo mêran payva “ga“ bikartîne“ (Vîdyo)

“Qur’an ji bo mêran payva “ga“ bikartîne“ (Vîdyo)

Belav bike

Îlahiyatnas Prof.Dr.Yaşar Nurî Ozturk, ku li Tirkiyê wek îlahiyatnasekî hemdem tê naskirin, beşdarî bermaneya Show Tv.yê bû û di mijara şîdeta li dijî jinan de gotinên balkêş kirin. Ozturk dibêje, di Qur’anê de peyva ku tê wateya “ga (okuz)” ji bo mêr tê bikaranîn. Wiha dibêje, “Di Qur’anê de ti hikmê ku rê dide şîdeta li dijî jinan tine ye. Ev derew e. Me 34. ayeta sûreya Nîsa ji her kesî re vekir, niha herkes parve dike. Mirov dibêje, ‘mafê min yê li
jina xwe lêdanê heye.’ Wê demê çi diqewime. Mînak, qehwe tê, mêr dibêje ‘ulan okuz (ga) ev qehweya çima wiha ye’ û pat-kut li jinê dixe. Okuzên wiha hene, hûn baş dizanin. Ev gayên di sûretê mirovan de ne. Di Qur’anê de peyva ku tê wateya ga ji bo mêr tê bikaranîn. Ew peyva di Qur’anê de di sûreya Nîsa de derbas dibe…”