Li Filipînê her roj hejmara miriyan a ku bobelata bagera Bopha dibe sedem, zêde dibin. Li gorî reqemên dawiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 700 derbas kiriye. Daîreya Parastina Sivîl a Filipînê, diyar dike ku zêdetir bager li Girava Mindanao qewimiye û heta niha kesên ku ji ber bagerê jiyana xwe wenda kirine 714 kes in. Dîsa ji ber bobelata bagerê a Bopha, jê 313 masîgir, 880 kes jî wenda bûne. Di bagerê de 115 hezar mal hilweşiyane û 116 hezar kes li stareyan dimînin.
Di sala 2011 an, meha berfenbarê de, ji ber bagera bi navê Washî, ku pirraniyê wan dîsa li Girava Mindanaoyê bûn, 1200 kesî jiyaan xwe ji dest dabûn. Piştî bobelata bagera Washi, bagera Bopha a îsal, bû sedema mirinên herî zêde.