Cebar Yawer di berdewamiya axivitina xwe de ya ji rojnameya Şerq El Ewset re got “Her çalakiyeke vekişînê divê di çaroveya lihevkirineke di navbera Hewlêr û Bexdayê de be û ev yek heta niha pêk nehatiye li ser ku aramiyek heye.” Her weha got ku “Qeyrana leşkerî jî êdî bûye parçeke qeyrana siyasî ku ev demeke dirêje li Îraqê. Em li benda encamên hevdîtinên şande siyasî ya Kurdî ne ku ji Dr. Berhem Salih û Fazil Mîranî di bin çavdêriya Serokomarê Îraqê Celal Telabanî de, ew li Bexdayê ne û hemû hewldanên xwe dikin ji bo dîtina çareseriyekî ji vê qeyranê re.”
Avestakurd