nerazîbûna xwe nîşan dan û mijara cezayê Leyla Zana birin parlementoyê. Endamê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat yên Swêdê û Parlementerên Parlementoya Ewrûpayê li dijî helwesta Tirkiyê daxuyaniyek dane çapemeniyê û mijara cezayê Leyla Zana birin parlementoyê. Parlementeran di daxuyaniya xwe de Leyla Zana weke kesayetiyeke aştîxwaz ku bi salan e ji bo pevçûnên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û gelê Kurd de bê rêyên aştiyane bê çareserkirin hewl daye bi navkirin. Her weha bang li parlementoya Ewrûpa kirin ku zextê li dewleta Tirkiyê bike û ji ber vê helwesta Tirkiyê ya derveyî demokrasiyet û mafê mirovan dewleta Tirkiyê şermezar bike. Hêjayî gotinê ye, 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê bi ‘tawana ku Leyla Zana 9 caran di axivitina xwe de piştgiriya rêxistinê kiriye’ 10 sal cezayê girtîgehê lê birîbû.
Avestakurd