Serrûpel Nûçe Li Serêkaniyê çi diqewime?

Li Serêkaniyê çi diqewime?

Belav bike

 Li gor jêderekî  ji Serêkaniyê ji Avestakurd re ragihandî, duhî (12/12/2012) di navbera demjmêr 13.00-14.00’an de koma çeteyan êrîşî xala lêpirsînê ya li cem firnê a taxa Zerdeşt kirin. Hêzên YPG’ê jî bersiva van êrîşan dan. Di encam de 12 kes ji koma çeteyan hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn. Her weha jêder diyarkir ku serkêş û sedema pevçûnên qewimîn kesekî navê xwe ‘Ebû Cemîl’e ku yek serokê koma çeteyane û bi alîkariya ketîbeya Ehrar Gwyîran û Meşel Temo êrîş pêkanîne. Hêjayî gotiyê, berî demekê li Serêkaniyê a Bakûrê Kurdistanê xelkê bi çavê xwe dîtibû ku van koman civîn çêdikirin, tekbîr didan û paşê belav dibûn.

 

Avestakurd