Serrûpel Nûçe Buseyne xwestiye pereyên Sûrî bişîne Brezîl

Buseyne xwestiye pereyên Sûrî bişîne Brezîl

Belav bike
 Li gor Beirutobserver aşkere kirî ye, Şêwirmenda Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed a Siyasî û Çapemenî Buseyne Şeban bi awayekî veşartî û nepenî li dawiya meha Mijdarê çûye bajarên Saw Bowlo, Rîdocanêro û Buyînaris ya Brezîl. Buseyne Şeban li Brezîl hevdîtin bi karsazên Sûrî re pêkanî ye û di hevdîtinê ji wan xwestiye ku ger derfet hebe ew dixwazin komeke pereyên Sûrî bişînin vir. Lê heta niha aşkere nebûye ka pere hatine veguhestin yan na. Ger hatibin veguhestin jî, ka hejmara van pereyan çend e nehatiye zanîn.

 

Avestakurd