Nûnerê Amerîka ji karûbarên Sûriyê James Jeffery bû nûnerê Amerîka di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de jî.
Cîgirê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino di Twîttera xwe de nivîsand ku James Jeffery, bû nûnerê Amerîka di hevpeymaniya dijî DAIŞê de.
James Jeffery, ji sala 2010 heta 2012 balyozê Amerîka bû li Iraqê û ji sala 2008 heta 2010 jî balyozê Amerîka bû li Tirkiyê.