Li gor daxuyaniya Serokomarê Îraqê Celal Telabanî ku di PÛK Media de belav bûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê der barê çareserkirina aloziya ku ev demek bû dewam dikir lihevkirine. Her çende, hêj mêjû û dema vekişîna leşkeran ji deverên veqetiyayî nehatiye diyarkirin jî, li gor lihevkirinê piştî vekişîna leşkeran dê komîte ji xelkên van deveran bêne avakirin û xelk dê parastina ewlekariya xwe bike. Her weha aliyan lihevkiriye jî ku di çapemeniyê de li dijî hev daxuyaniyan nekin. Berdevkê Serokwezîrê Îraqê Elî El Mûsawî jî di daxuyaniyekê de lihevkirin pişt rast kir.
Avestakurd