Serrûpel Nûçe Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî: Emê bibin beşek ji Artêşa Sûriyê ya Niştimanî

Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî: Emê bibin beşek ji Artêşa Sûriyê ya Niştimanî

Belav bike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, ji ajansa Frensî (AFP) re eşkere kir ku di nava mehekê de wê DAIŞ li Sûriyê wê bi dawî were.

Kobanî her wiha got, ewê di dema pêş de bibin beşek ji artêşa Sûriyê ya niştimanî.

Mezlûm Kobanî got, biryara vekişandina hêzên emerîkî ji Sûriyê şaş bû, û nedibû Emerîka YPG di nîvê rê de bihêle û “me ev tişt ji emerîkiyan re got”.

Her wiha got, diyaloga wan bi Sûriyê re berdewam e, û heta niha ew negihiştine tu encamekê ji ber ku hikûmet dixwaze vegere berî sala 2011.