Le Pen, Ajansa Çapemeniyê a Fransa (AFP) negirte konferansa partiya xwe. Rêbera Eniya Netewî a nijadperest a Fransa Le Pen, bi hinceta, “hûn bizanebûn sûretên min yên neçê diweşînin” bertek nîşana AFPê da û nûçegîhanê AFPê negirte konferansa partiya xwe. AFP ku li cîhanê piştî ajansa AP (Associated Press) ajansa herî kevn e.
Cîgira Le Pen Charlotte Soula wiha AFP rexne kir, “Hûn sûretên wê yên ku deforme bûne difiroşin. Em qala hêrsbûna jinekê nakin. Ev sûretên ku hûn diweşînin ewqas kirêt û neçêne ku rasterast em wek heqaret dihesibînin. Em bawer dikin ku hûn bizanebûn sûretên kirêt yên Le Pen diweşînin.”
Rayedarekî payebilind yê AFPê ev tawanbariya Le Pen qebûl nekiriye û îfade kiriye ku AFP her tim li gorî pîvanên bêalîtiyê tevdigere.