Daîreya koç û koçberan ya Tirkiyê ragihand ku her koçberekî Sûrî ku bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bûbe wê were derxistin.
Her wiha waliyê Dîlokê jî eşkere kir ku, ew koçberên ku çûne Sûriyê û venegeriyane ewê careke din nikaribin li Tiriyê bimînin û wê nikaribin bibin welatî.
Waliyê Dilokê he wiha diyar kir ku, gera 4 mîlyon Sûrî di nava axa Sûriyê de problemên emnî çêdikin, ji ber wê yekê biryar hatiye standin ku çûn û hatina di nava parêzgehên Tirkiyê de bi destûr be, koçberên ku destûra wan tune be, nikarin bi serbestî bigerin.