Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piştî hewldanên TEV-DEM’ê û rihsipyên (Kurd-Ereb) deverê di navbera her du aliyan de, YPG’ê û komên çete li ser çend xalan lihevkirin. Li gor lihevkirina li ser van xalan; hemû komên çete dê ji bajêr derkevin, dê meclîseke sivîl bê avakirin, kontrola deriyê sînor dê di bin çavdêriya meclîsê de be. Hêjayî gotinê ye, berî niha jî dema cara yekê komên çete êrîşî Serêkaniyê kiribûn û piştî pevçûnên çend rojan di navbera YPG’ê û komên çete de lihevkirin pêkhatîbû, lê komên çete dubare êrîşî Serêkaniyê kiribûn. Di encama van şer û pevçûnan de gelek kes hatibûn kuştin û birîndar kirin û bi hezaran malbat ji ber pevçûnan ji bajêr koç kiribûn û ziyaneke mezin a madî gihiştibû xelkên bajêr.
Avestakurd