Serrûpel Nûçe Barzanî li ser ala Kurdistanê çi got?

Barzanî li ser ala Kurdistanê çi got?

Belav bike

Li Herêma Kurdistanê 17’ê kanûnê êdî dê wekî ‘Roja Ala Kurdistanê’ bê pîrozkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta vê rojê peyamek nivîskî weşand. Barzanî destnîşan kir ku ala Kurdistanê, yekem car û di rojeke wiha de li Komara Kurdistanê, bajarê xweşdiviyê Mehabadê hatiye bilindkirin û wiha got: ”Hemû şoreşên kurdan li jêr wê alê û bi navê azadiyê berpabûne û deryayek xwîn ji bo wê bexşîne. Herdem jî di bîra me de ye ku çawa Pêşewa Qazî Mihemed wê alê bi emanet daye destê Barzanî û ez bi xwe jî li jêr wê alê hatime dinyayê. Heta bimînim jî, ez pêşmergeyê parastina wê alê me û amade me bi navê wê da canê xwe bibexşim.”

Ji bo dayîkan slavên taybet

Barzanî destnîşan kir ku al, li remz û sembola herî pîroz û bilind  ên netewe ye ji bo komkirina hemû gedeyan û derketina li hemû civîn û helkeftên neteweyî û nîştîmaniyan da. Peyama Barzanî wiha berdewam kir: “Li ser vê bingehê jî, Parlemena Kurdistanê biryar da ku 17’ê mehê êdî bibe Roja Ala Kurdistanê. Wekî erkekî neteweyî, daxwaz ji dezgehên fermî û hemû xelkê Kurdistanê dikim. Bi rêz ve vê salvegerê bikin ku hêjayî wê xwîna ala bê ku ji bo bilind ragirtina wê nifş bi nifş ji bo wê hatiye bexşin. Her ji vir ve ji bo roja dayik ku hevdeme li gel roja ala Kurdistanê silavên xwe yên taybet ji bo dayikên Kurdistanê bi giştî û dayikên şehîdên qehremanên me bi taybetî dişînim. Bi taybetî neteweya me xwedî wan dayikan e ku ji têşke şêrên wiha ji bo neteweya xwe perwerde kiriye ku herdem cihê şanaziyê ne.”