Serrûpel Nûçe Vatîkan: Serok Barzanî hêjayî rêzgirtinê ye

Vatîkan: Serok Barzanî hêjayî rêzgirtinê ye

Belav bike

 “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî mînakekî xweşik pêşkêşî cîhanê kiriye, ji bo vê yekê jî hêjayî rêzgirtinê ye.” Duhî (17/12/2012) li Selahedîn Serokê Koma Dêrên Rojhilat li Vatîkan Leonardo Sandrî ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de Serokê Koma Dêrên Rojhilat li Vatîkan Leonardo Sandrî diyarkir ku mebesta vê serdana wî ji bo ji nêzîk ve rewşa Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê de bibîne. Her weha Leonardo Sandrî der barê wan Mesîhiyên ji ber sedema êrîşên terorî ji bajarên Îraqê reviyayîn Herêma Kurdistanê de, sipasiyên germ pêkêşî Serok Barzanî kir ku girîngiyek mezin dane Mesîhiyan û got “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî mînakekî xweşik pêşkêşî cîhanê kiriye, ji bo vê yekê jî hêjayî rêzgirtinê ye.” Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî got “Ferheng û çanda gelê Kurdistanê çandeke vekiriye û hemû pêkhatiyên wê ji mê ve bi aştiyane dijîn û çarenûsa hemûyan jî bi hev ve hatiye girêdan.” Her weha Serok Barzanî got jî ku “Li Kurdistanê mafê her aliyekî li ser bingeha welatbûnê hatiye mîsoger kirin û tu cudahî di navbera welatiyan de nayê kirin.”

 

Avestakurd