Ji dîrokê rûpeleke reş û trajîk. Ahmet Sureyya Orgeevren, Serdozgerekî Dadgeha Îstiklalê a Amedê ye ku, piştî serhildana Şêx Seîd ev dadgeha hatiye avakirin. Bîranînên wî, di sala 1957 an de di rojnameya Dunya’yê de tên weşandin. Dûra jî ew bîranînên xwe dike pirtûk û bi navê “Serhildana Şêx Seîd û Dadgeha Îstîklalê a Şerqê, Vesîka, Bûyer û Bîranîn” çap dike. Dozgerê Dadgeha Îstiklalê yê Amedê Ahmed Sureyya Orgeevren, di bîranînên xwe de bûyereke trajîk wiha vedibêje: Rojekê xortekî Kurd anîne dadgehê. Dadgeran pirs jê kirin. Hat sehkirin ku Tirkî nizane. Dadger bi hev şêwirîn û biryara dardakirina wî xortî girtin.” Orgeevren hinceta dardakirinê jî wiha vedibêje, “ji kesekî ku Tirkî nizane xêr nagihê vî welatî û ji ber vê bila were dardakirin…”
Xortê Kurd heman şevê dardadikin.
Dozger Orgeevren, wiha qala bandora vê bûyera trajîk a ku li ser wî berdaye dike: “Li Deriyê Çiya (Daxkapi) bi navê Yalova oteleke biçûk hebû. Ez li wir dimam. Ew xortê Kurd kete xewna min. Di xewnê de qirika min diguvaşt û ez tehdît dikirim, ‘te çima destûr da dardakirina min?’ Heta sibê 2-3 caran min heman xewn dît. Ez wek dîna bûbûm. Sibê ez çûme dadgehê û min ji dadgeran re got, “Brader, ger em kesên ku Tirkî nizanin dardabikin, pêwiste em hemû Amedê, heta hemû xelkê rojhilat dardabikin. Em bona ku sûcdaran bidarizînin hatine vira” û min xewna xwe bi wan re parve kir. Dadger Mazhar Mufît û yên din ji min re gotin, ‘tu têkilî vî karî nebe, ev karê me ye.’ Min jî got ez dozger im û me rakire hev. Dûra min jî wana jî bişîfre me ew rewşa ji Enqereyê re ragihand.”
Serokwezîrê wê heyamê Îsmet Înonu, bi telgrafekê bersivê dide wan û rewşê dinirxîne. Telgrafa Înonu wiha ye:
“Ahmed Sureyy Beg, Serdozgerê Dadgeha Îstiklalê yê Amedê:
Armanca me, serê Kurd û Kurdewariyê hetahetayî pelçiqandin e. Bi hevalên xwe yên dadger re li hev werin. Çavên te radimîsim.”