Serrûpel Nûçe Heyeta KCD bi Barzanî re hate ba hev

Heyeta KCD bi Barzanî re hate ba hev

Belav bike
Temasên heyeta KCDê yên di bin serokatiya Hevseroka KCDê Aysel Tugluk de, li Kurdistana Başûr îro jî dewam kirin. Heyeta KCDê bi Serokê Herêma Kurdistana Federel Mesut Barzanî re, li bajarê Selahaddîn hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina heyeta KCDê û Serok Mesut Barzanî de ev mijarana hatine rojevê; rewşa Kurdên Rojava, gengeşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo yekîtiya Kurdan girîngiya Konferansa Netewî a Kurd. 
Di hevdîtinê de, bi taybet li ser ji nû ve vekirina derîyê sînor yê di navbera Rojava û Başûr de hatiye sekinandin. Di vê mijarê de Serok Barzanî diyar kiriye ku girtina deriyê sînor ne ji rû wan de ye. Barzanî gotiye, sedema girtina deriyê sînor, lihevnehatina partiyên Rojava ne. Ger ku partiyên Kurd yên li Rojava di nav xwe de yekîtiya xwe pêk bînin, ew ê di navbera gundê Qahîre û Cemê Dîcle de, ku li kuderê bixwazin wê karibin ji Kurdên Rojava re deriyekî vekin.
Dîsa di hevdtinê de gengeşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatiye ser masê. Di vê mijarê de Serok Barzanî îfade kiriye ku, Kerkuk parçekî Kurdistanê ye. Em dixwazin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin lê ku îcab bike em ji bo şer jî amade ne.
Serok Barzanî ji bo kombûna Konferansa Netewî a Kurd jî lambeya kesk vêxistiye.