Li gor nûçeya Rûdawê ku jêdera xwe Lîwaya 1’ê destnîşan dike “Berî niha hêzên pêşmergeyan gule li balefireke bê pîlot a Artêşa Îraqê barandine û xistine xwarê.” Li gor jêderê ew balefir ” Bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê.” Der barê heman mijarê de li gor Wekîlê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Enwerî Hacî Osman ji jêderê re axivî “Balefir hatiye ser hêzên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî li balefire xistine, lê hê ne diyare ku balefir ketiye yan na.” Hêjayî gotinê ye, ev demeke dirêje qeyrana di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji sedema şêwazên faşîstî û mejiyê dagirkirina Kurdistanê yê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî berdewam dike û heta niha der barê çareserkirina aloziyê tu pêngavên liberçav nehatine avêtin.
Avestakurd