Serrûpel Nûçe Ji Kurdan re şerm e!

Ji Kurdan re şerm e!

Belav bike


Wek tê zanîn gelek kampên penaberên ku ji Suriye hatine li Tirkiye hene û gelek pêdîviyên wan pêktêne.

Lê kurdên ji Kurdistana Rojava hatîn devera Mêrdînê bê xwedîne û kesek li wan xwedî dernakeve.

Taybetî bajarvaniyên li herêmê haj wan tuneye. Gelo ne erkek welatparîziye ku bajarvaniyên BDP-ê li van kurdan xwedî dernakevin.  Lê nakin ev jî kêmasiyek wan e û tenê arikariya kesên hevalên xwe dikin. Ev yek wek arikariya kurda nayö nirxandin.

Di bajarek wek Quserê kurdên ji Rojava hatîn di van mercên xirab de bijîn ev aybek mezin e û şermezariya dezgehên  sivîl û bajarvaniyên li deverêne.  Rastî hinek weneyên ku hatîn belav kirin welê dikê ku mirov ji mirovatiya xwe şerm dike.

Di dawiyê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi imkanên xwe li van kurdên ku ji Rojava hatin xwedî derdikevin û her weha ji bo ji rewşa xirab xilas bibin hinek gav avêtin û ew vê zivistanê ji konên qetayî yên kevin û ji nava heriyê xilas kirin.

Taybetî bi hewldanên serokê Cemiyeta Rojnemevanên Mezopotamya Cemil Aydoğan hinek gav ji aliyê qemeqamiya Quserêve hatine avêtin  dê bikaribin heta demekî wan cihekî de bi cih bikin.

ji bo van kurdên Rojava  bangê arîkariye kirine û li gora ku xeberên gihatin destê me niha rewşa wan baştir dibe.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê banga arîkariyê kirin û gelek kes piştî banga Ciwanan berê xwe dane kurdên Rojava.

Li Quserê hem tevgera ku bi navê cemaeta Fethullah Gulen tê naskirin bi hêz e û hem jî PKK bi hêz e. Lê di vê derbarê de bê dengin. Xwedê derketin û çelakiya Tevgera Ciwana cihê dilxweşîyêye û ew erkek xwe yê welatparêzî tînin cih.

Divê ev tevger  nemîne tenê û herkesek xwedê nirxê netewî bersiva Tevgera Ciwanaên Kurdistanê bide û arîkariya birayên xwe yê Kurdistana Rojava bike.
Rojevakurd