Nivîskar û rojnamevan Cengîz Çandar ku berê rawêjkarê serokomarê Tirkiyê yê koçkirî Turgut Ozal bû, di Foruma Erbil de li Hewlêrê, bersiva pirseke rojnamevan Dilbixwîn Dara da û got, Eger ew niha rawêjkarê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ba, wê jêre gotiba, tiştê ku tu niha li hemberî Kurdên Sûriyê dikî, bi temamî berovajî wê bike.
Çandar dibêje, wê wî gotina derbasî Efrînê nebe, Heleb beramberî Idlibê teslîm neke.
Her wiha got: Wê wî ji Erdogan re gotiba ENKS û PYD nêzîkî hev bike.