Li Yewnanistanê, li paytext Atînayê dadgehek hate avakirin û bi temsîlî Sokrates hat darizandin. Sokrates, berî zayînê sala 399 an de bi hinceta “ji yezdanan re bêrêzî û ciwan ji rê derxistinê” hatibû sucdarkirin û cezayê îdamê xweribû. Dadgeha Atînayê a temsîlî biryar da ku Sokratesî bêgunehe.
Li Atînayê, li navenda Huner û Çandê a Onasîsê, dozdar û dozlêkirîyên ku hemû ji hiquqzanên Ewrûpa û Amerikayê pêk dihatin, nûve bi temsîlî Sokrates darizandin. Di nav endamên jûriyê de ji xelkê jî kes hebûn û di encama darizandinê de, biryara dadgeran 5 û 5 wekhev derket. Kesên doz dişopandin pirraniyê wan dengê xwe li ser biryara ku Sokratesî masûme dan û Sokrates 2 hezar û 500 sal şûnda beraat kir.
Di rûniştinê de dozdaran îdia dikir ku, Sokrates berî zayînê di sala 404 an de rejîma olîgarşiyê anîye Atînayê, bi vê rêberiya rûhanî ji Triakonda re kiriye ku wî li Atînayê 1500 demokrat kuştiye. Meqamê parastinê li hemberî vê îdiayê derketin û gotin ku, pêwiste fikir îfade kirin suc neyê hesibandin û ti delîl tinene ku Sokrates tevlî bûyerên şîdetê bûye.
Feylezofê Yewnanî Sokrates, berî zayînê di navbera salên 469 û 499 an de jiya ye. Sokrates dersên xwe li qadan û li şanoyên antîk didan. Ti tişt nedinivisand û her tişt bi axaftinê vedigot. Sokrates bi nivîsandinên xwendekarên wî Platon, Ksenephon û Aristoteles hatiye naskirin. Sokrates cezayê mirinê digre û gorî zagonên Atînayê, jehrê vedixwe û xwe dikuje.
Sokrates wiha dibêje, “yên ku rastiyê dizanin rast hewl didin.”