Serrûpel Nûçe Ricayeke Demîrtaş ji Barzanî heye

Ricayeke Demîrtaş ji Barzanî heye

Belav bike

Siyasetmedarê kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, Barzanî ji bona yekitiya netewî ya kurdan gelek xebat kiriye. Demîrtaş ji Barzanî “rica dike” bila berdewam be li ser wê rêçê.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ku ji payîza 2016 ve heta niha bi tohmeta endamtiya PKKê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin, bi rêka parêzerên xwe bersiva pirsên heftenameya Basê da.

Demîrtaş destpêkê li ser rewşa tenduristiya xwe di girtîgehê de gotiye, rewşa tenduristiya wî û moralê wî gelekî baş û ew roja xwe bi xwendin, nivîsandin û diyalogê derbas dibe.

Li ser biryara Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê derheqê xwe de jî Demîrtaş gotiye, biryara Dadgeha Ewropayê biryareke siyasî ye ne hiqûqî ji ber ku Ewropa naxwaze Tirkiyê zêde biêşîne û ji xwe aciz bike. Dadgehê di şiroveya biryara xwe de behsa neheqiyên ku li hember min û hevalên min hatine kirin, nekiriye.

Wî girtiyê siyasî yê kurd daye zanîn ku bi rêka parêzerên xwe bertek nîşanî biryara dadgehê dane û niha jî li benda bersivê ne.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê meha Mijdara par ragihandibû, girtina Demîrtaş siyasî ye ji ber wê jî divê were berdan û bi wî rengî were dadgehîkirin lê Tirkiyê ew daxwaz red kiribû.

Hevserokê berê yê HDPê li ser pêwendiyên xwe û Serok Barzanî jî daye zanîn ku Serok Mesûd Barzanî, bi rêka şanda HDPê jê re “silavek bi qîmet” şandiye û gotiye: “Ez dizanim cenabê wî li hember min xwedan hestek biratî û hezkirinê ye. Ez jî li hember wî xwedan hezkirin û biratîyek bê hesab im. Ez bi rêka we jê re silavên germ dişînim…”

Selahedîn Demîrtaş behsa xebata Serok Barzanî bo pêkanîna yekitiya netewî ya kurdan kiriye û gotiye: “Wî bo yekitiya netewî gelek xebat kiriye. Ez rica dikim bila dest ji wê yekê bernede û baweriya xwe li hember ruhê yekitîyê ji dest nede. Ez daxwaza tenduristî û serkeftinê jê re dikim.”

Dema Demîrtaş hat girtin, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê gelekî xemgîn bibû. Li ser vê yekê jî Demîrtaş gotiye: “Bila gelê me xemgîn nebin bila bi hêrs bibin û hêrsa xwe jî bikin hêza xebat û azadiyê. Ma kîjan rewşenbîr û siyastmedarê kurd, zîndan û sirgûn û îşkence û îdam nedîtiye? Helbet ev rewşa dê heta dûmahîkê wisa nemîne. Emê pişta felekê bişkênin û qedera xwe biguherînin…Bila dilê her kesî asûde be û li ser xebata xwe berdewam be. Ev sedsal ya me ye û ti kes jî nikare vê yek asteng bike. Emê bi ser bikevin. Ez ji vê zîndana sar, ji yek bi yekê gelê Kurdistanê re silavên germ dişînim.” (Rûken Xatûn Turhalli – BasNews)