Talabanî ji duh baştir e, lê belê ew hîn di komayê de ye û tu başbûneke cidî di tendurustiya wî de tune ye.
Çaverêtêkirin ku ji Brîtanya û Îranê ekîbên taybetî yên doktoran biçin wî derman bikin.
Berpirsiuarekî bilind di YNK de ku navê xwe diyar nekir ji rojnameya Al Şarq Al Awsat re diyar kir ku kandîdê herî xurt yê ku cihê Talabanî bigire cîgirê wî yên niha di partiya YNK de Dr. Berhem Salih e.
Eger rewş bi vî awahî be, wê Talabanî nikaribe weke seorkomar wezîfeya xwe berdewam bike, YNK jî aliyê xwe ve Dr. Berhem Salih ji bo serokomariyê dide pêş.
Bêguman PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) yek ji aliyên sereke ye di standina biryarên guhertinê de.
Di rojên pêş de wê bersiva gelek pirsan were dayîn.
AVESTA KURD