Serrûpel Nûçe Parlameterên girtî di “meclîsê de bûn”

Parlameterên girtî di “meclîsê de bûn”

Belav bike
Li meclîsa Tirkiyê bûyereke dîrokî qewimî. Cara ewile ku li ser navê parlementerên girtî, parlementerên din derketine ser kursiyê û fikr û ramanên wan bi rayagiştî re parve kirin. Bi vî awayî, her çiqas ew parlementerana li girtîgehê bûn jî, sûret û gotinên wan li meclîsê bûn.    
Parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Pervîn Buldan û Hasîp Kaplan, ji bo hevalên xwe yên girtî derketine ser kursiya meclîsê. Her parlementerekî sûretê parlementereke girtî da ser kursiya xwe û nameyên wan yên ku li girtîgehê hatibûn şandin xwendin.
Di naveroka nameyên parlementerên girtî yên BDPê Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz, Gulser Yildirim û Selma Irmak de, Komkujiya Roboskiyê û çalakiya grevên birçîbûnê hebûn.