Ziya Gokalp Cihû ye
Bayrak navê zanayek jî da ku weke Kurdek tê nasîn û got: “Serkêṣê îdeolojiya Tirkitiyê û Turanizmê, Ziya Gokalp ne Kurd e.ˮ Bayrak bibîr xist ku Ziya Gokalp li Amedê hatiye dinyayê û got, “Gokalp damezrênerê îdeolojiya Turanîzmê ye, weke Kurd ew didin naskirin û hewl didin ku nîṣan bidin ti cudahî di navbera Tirk û Kurdan de tine ye. Lê Gokalp ne Kurd e, Cihû ye. Ez vê tiştê nabêjim, cara ewil wezîrê berê Vehbî Dinçerler ji min re got. Di orîjînala pirtûka navdar a bi navê Cihûyên Osmanî û Tirkiyeyê de, ku li Amerîkayê hat çapkirin, lîsteya hemû Cihûyên Tirkiyeyê heye û navê Ziya Gokalp jî di nava wan de derbas dibe. Lê di çapa heman pirtûkê ya tirkî de lîste dîsa heye, lê navê Ziya Gokalp tê de derbas nabe. Naxwazin kesek bizanibe ku serkêşê îdeolojiya tirkitiyê kesek cihû be.” Bayrak herwiha diyar kir ku di sala 1950yê de li Zanîngeha Îbranî Dr. Ulrich Heid teza xwe ya doktorayê li ser jiyana Ziya Gokalp nivîsandiye ku ew jî behs dike Gokalp Cihû ye.
“Ecevît neviyê Kurdîzade Mustefa Efendî bûˮ
Bayrak diyar dike ku Îsmet Înonu Kurdek ji Bêdlîsê ye û Bulent Ecevît ji malbateke kurd bû, li Kastamonuyê hatibû dinyayê. “Kurê Fahrî Ecevît e û ew jî kurê Kurdîzade Mustefa Efendî bû. Nivîskar Sadik Albayrak di pirtûkeke xwe de behsa kurdbûn û serpêhatiya malbata Ecevît dike. Herwiha Fatin Ruştu Zorlu, ku li Greva Îmraliyê di girtîgehê de ma û roja 16ê Îlonê 1961 ligel Menderes hat darvekirin, Kurd bû û malbata wî ji eşîra Zorî bû ku li nêzîka Şamê dijîn û ji wir koç kiribûn.ˮ Li gor agahiyên vikipedi ya tirkî malbata Zorlu ji herêma Zor a Artvînê ye.
Malbatên koçkirî weke Tirk hatin naskirin
Li gor agahiyên ku Bayrak dane me hem di dema Osmaniyan de û hem jî di dema Kemalîstan de gellek malbatên kurd ên naskirî û zana ji Bakurê Kurdistanê bo herêmên Anatoliya Navîn û Behra Reş hatine sirgûnkirin û endamên van malbatan di dîroka fermî ya tirkî de weke Tirk hatine daxuyandin. Bayrak çend malbatên sirgûnkirî wiha rêzkirin: “Malbata Beyazitoglullari yên Mereṣî, ev malbat ji Bazîdê hatine koçkirin bo Mereṣê û paṣê bûne alîgirê dewletê. Karayilanê Entebî, ku êrîṣê hêzên Fransiz kir û weke lehengê ṣerê rizgariya Tirkiyeyê tê naskirin, Kurd bû.”
Bedirxaniyan kirin du perçe
Bayrak bibîr xist ku di dema hikûmeta Tansu Çîllerê de ku bi SHPê re koalisyon cêkiribû, wezîrê karên derve Emre Gonensay kurd bû û ji malbata Bedirxaniyan bû. Bayrak derbarê vê mijarê de got ku nivîskar Cemal Kutay pirtûkek taybet li ser Malbata Bedirxaniyan nivîsandiye û di vê pirtûkê de behsa hemû endamên Bedirxaniyan kiriye ku gellek kesên naskirî di nava wan de hene. Bayrak wiha axivî: “Wek tê zanîn piştî ku Bedirxan Begê Cizîrî di serhildana li dijî Osmaniyan de têkçû, ji Cizîrê pêşî ew birin Stenbolê û ji wir jî ligel nîvê malbatê, ew birin paytexta Greva Gîrîte, Hanyayê. Malbata wî kirin du perçe û nîvê malbatê pê re şandin sirgûnê û nîvê din jî li Stenbolê di dibistanên taybet de perwerde kirin. Ew asîmîle kirin û paşnavê Çinar li wan kirin. Gonensay ji vê aliyê malbatê ye. Yek ji endamên Tevhid–i Tedrisatê Vasıf Çınar û Cemal Kutayê ku weke dîrokzanekî kemalîst tê nasîn, neviyên Bedirxan in.
Qaymeqamê Kutahyayê Kurd bû
Piştî fermana 24ê Nîsana 1915ê hikûmeta Îttîhat û Terakkî ya Osmanî biryar stand ku hemû Ermeniyên li Bakurê Kurdistanê û her aliyên Tirkiyeyê derxînin û ew bişînin Sûriyê. Çendîn nivîskar û rojnamevanên tirk her tim behsa Qaymeqamê Kutahyayê Faik Ali Ozansoy dikin û dibêjin “Kes nikara bêje hemû Tirk piştgirî dane hikmûtê di sirgûnkirina Ermeniyan de. Qaymeqamê Kutahyayê rûmeta gelê tirk e û Ermeniyên Kutahyayê parastine.” Lê Bayrak destnîşan dike ku Ozansoy Kurd e û ji Amedê ye û dibêje, “Birayê helbestvan Suleyman Nazîf e û di sala 1876ê de li Amedê hatiye dinyayê.” Bayrak herwiha çendîn malbatên kurd ên Amedî ku hatine sirgûnkirin wiha rêzkirin: “Du endamên damezrênerên Îttihat û Terakkiyê, Dr. Abdullah Cevdet û Dr. Îshaq Sikûtî.”
Malbata Eyupoglu neviyên Selaheddînê Eyyûbî ne
Malbata Eyupoglu ku weke malbateke ji Maçkayê, ji Behra Reş tên naskirin û gellek endamên vê malbatê bi kar, xizmet û zanyariya xwe pirr sûd dane kultura tirkî û li Tirkiyeyê û ji aliyê her kesî ve baş tên naskirin, neviyên Selaheddînê Eyyubî ne. Selahattin Eyupoglu, Bedri Rahmi Eyupoglu, Mualla Eyupoglu, Îsmet Zeki Eyupoglu û Omer Fevzi Eyupoglu ji vê malbatê ne.”
Kurdên veşartî yên zindî
Bayrak di dawiya axaftina xwe de hinek navê Kurdên ku niha li Tirkiyeyê di hêla siyaset, rojnamevanî û nivîskariyê de çalak in, dane me. Bayrak diyar kir ku cara yekem nivîskar Hasan Kiyafet ji wî re behsa kurdbûna xwe kiriye û got, “Kiyafet ji Kirşehîrê ye, ango ji Kurdên Anatoliya Navîn e, lê kes nizane ew Kurd e. Di seranserê cîhanê de yek ji pizîşkên mêjî yê naskirî Prof. Dr. Gazi Yaşargil Kurd e û malbata wî ji Amedê ye, li Swîsrê dijî.
Oral Çalişlar
Nivîskarê Rojnameya Radikalê Oral Çalişlar ku weke kesek lîberal tê naskirin Kurd e. Malbata Oral Çalişlar di dema Osmaniyan de ji Amedê ber bo Anatoliya Navîn ve hatiye sirgûnkirin û li navçeya Kirşehirê Kamanê bicîhbûne. Paşê ji wir jî koçê Tarsusê. Li Wiennayê xizmên wî hene bi kurdî diaxivin.
Ali Babacan
Di siyasetê de kesekî pirr naskiriyî heye, di hikûmeta AKPê de wezîr e, Ali Babacan. Ew jî Kurd e û eslê wî ji Silêmaniyê ye. Babacan di sala 1967ê de li Enqerê hatiye dinyayê”
Navdarên ji Yeniceobaya Konyayê
Yeniceoba gundeke mezin e ser bi Canbeg a Konyayê û hemû rûnistevanên wê derê Kurd in. Di nava wan de Prof. Toktamiş Ateşê (Kurê Ahmet Ateş e)kemalîst, Nivîskarê rojnameya Vatanê Selahattin Duman, Karîkaturîst Musa Kart, parlementerê CHPê Atîlla Kart, hunermendê popê Bendeniz ji Yeniceobayê ne.
Mehmet Sebatli / Rûdaw