Serrûpel Nûçe Pêla binçavkirinê didome: 36 kes hatin binçavkirin

Pêla binçavkirinê didome: 36 kes hatin binçavkirin

Belav bike

Li bajarên Tirkiyê operasyonên binçavkirinê yên ku di bin navê “KCK”ê de tên meşandin îro jî dewam kirin. Li 4 bajarên wek Stenbol, Sêrt, Êlih û Bedlîsê operasyonên hemdemî lidarxistin. Operasyonên ku bi talîmata Serdozgeriya Komarê a Amedê ve hat kirin de herî kêm 36 kes hatin binçavkirin. Bi vê, di 2 rojên dawiyê de hejmara kesên hatine binçavkirin, gihaşte 58 kesan.
Di operasyonên binçavkirinê yên îro de, li Stenbolê 18, li Sêrtê 14, li Bedlîsê 2 û li Êlihê jî 2 kes, bi temamî 36 kes hatin binçavkirin.
Kesên ku li Stenbolê hatine binçavkirin, navê wan wiha ne:   Kerim Tay, Nezir Tay, Abdulkerim Tay, Şakir Toktaş, Nevzat Toktaş, Selahattin Toktaş, Hasan Ayber Guler, Mehmet Tokdemir, Adil Tokdemir, Necmettin Epturan, Behçet Tokdemir, Zeki Tutuş, Şakir Tutuş, Yuksel Tutuş, Besim Ayber Guler, Salih Turhan, Mehmet Ali Turhan.
Kesên ku li Sêrtê hatine binçavkirin, navê wan jî wiha ne:
İbrahim Temurboga, Emin Togluk, Beşir Tarlak, Nezir Tutuş, Ahmet Parlakuşer, Nuri Tutuş, Yasin Tokdemir, Ekrem Tokdemir, Omer Tokdemir, İdris Parlakuşer û Vezir Tutuş.