Serrûpel Nûçe “Ez tu caran ji Mam Celal bi dûrnakevim”

“Ez tu caran ji Mam Celal bi dûrnakevim”

Belav bike

Bi daxuyaniyekê xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed got: “Ji dema ku me hevsergîrî kiriye, çi dema li çiya yan li xebata bidizî ya hizbî, Mam Celal her tim jibo ku em bihevre bin bi hers bûye û me ev biryar me bihevre daye, emê serê sale jî bihevre bimînin û digel de jî diçim bo Almanyayê, her weha eger hemû hevalên wî yên li ser vê zeviyê jê dûrkevin jî ez jê dûrnakevim.”

Sebaret bi rewşa tendirustiya Serok Talebanî, xanima yekem a Êraqê got: “Mam Celal bi îşaret û destlivandin bersiva pirsyar û goftûgoyên me daye, eve jî cihê geşbîniyêye û ez her tim geşbînim, pizîşk û pisporên Almanî jî ez dilniya kirime ku tedawiyê karîgeriya xwe ya baş li bare tendirustiya Mam Celal hebûye û gotine di van çend rojên pêş de wê guhertinek baştir bi ser tendirustiya wî de bêt.”

Hêro Îbrahîm Ehmed di daxuyaniya xwe de spasiya pizîşk û karmendên (Medîne Tibê) ya bajarê Bexdadê dupatkiriye ku xizmetekî gelek baş pêşkêşî Serokomar kirin heya ku rewşa tendirustiya wî were cî got: “Ez spasiya wan hemo kesan dikim ku tîpek (Herfek) bo başbûna Mam Celal nivîsîn ya telefon û serdana navendên YNK`ê yan nexweşxaneyê kiribê jibo dilniyabûna li saxlemiya Serokomar dikim.”

Xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ev jî ragihand ku: “Xewn û awatên Mam Celal eweye ku welatî bi xweşî û kamiranî bijîn, Mam Celal bêdawî kesekî demokrat û vekirî û ji gel hez dike.” xendan