Ajansa Fermî ya Tirkiyê Anadul ragihand, di encama operasyoneke ezmanî de endamê serokatiya PKK Riza Altun brîndar bûye û 3 berpirsên din ên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Li gor Ajansa Anadolu AA di operasyona 21ê vê mehê adarê de li Qendîlê li dijî PKKyê operasyoneke mezin pêk hatiye. Di operasyonê de otombêla Riza Altun ji aliyê balafirên şer yên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.
Ajans radigihîne ku di wê êrîşê de 3 serkirdeyên din berdevkê PKKyê Serhat Warto, Berpirsê Pêwendiyên Derve ê PKKyê Mîkaîl Ozdemîr (Navdar) û Berpirsê PKKyê yê Qendîlê Alî Aktaş (Sînan Sor) canê xwe ji dest dan e.
Di derbarê vê êrîşê de heta niha PKK tu daxuyanî nedaye.