Serrûpel Nûçe Nexşeya baweriyê: Çiqas kes bi çi bawer dike

Nexşeya baweriyê: Çiqas kes bi çi bawer dike

Belav bike

Navenda Lêkolînê a bi navê Pew a Amerîkî, li 230 welat û herêman, lêkolîna anketan lidarxist û nexşeya baweriya cîhanê derxiste holê. Li gorî encama lêkolîna saziya Amerîkî, li ser rûyê erdê 6.9 mîlyar mirov dijîn. Ji 10 mirovan jê 8 mirov baweriya wan bi olekê heye.
Rêjeya misilmanan a li ser rûyê erdê ji % 23 ye. Li gorî vê, li cîhanê hejmara misilmanan 1.6 mîlyar mirov e. Dîsa li cîhanê hejmara Xaçperestan jî 2.2 mîlyar mirov e. Rêjeya Xaçperestan jî ji % 32 ye. Di rêza sêyem a ola herî mezin de Hînduîzm heye. Li cîhanê mîlyarek Hîndû ku rêjeya wan ji % 15 ye, hene. Ji % 7 Budîst hene û hejmara Budîstan jî
qasî 500 mîlyon mirov e. Gelheya Cihuyan jî 14 mîlyon e.
Xeynî van ol û baweriyan, li Efrîqa, Amerîka, Asya û Awustralya, kesên ku bi baweriyên kevneşopî bawer dikin hejmara wan jî 400 mîlyon e û ev jî tekabula ji % 6 dike.
Li rojhilata navîn ola her qedîm Zerdeştî jî, di nav rêjeya ji % 1 de hatiye hesibandin.  Ji % 1, qasî 58 mîlyon mirov, baweriya xwe bi ol û baweriyên wek; Jaînizm, Sîhîzm, Şîntoîzm, Taoîzm û Zerdeştiyê tînin.   
Li ser rûyê erdê mirovên ku bi ti ol û baweriyan baweriya xwe nînên jî hejmara wan 1.1 mîlyar e (ji % 16). Ev jî piştî Xaçperestî û Misilmantiyê gelheya herî qelebelix pêk tîne.