Serrûpel Nûçe Barzanî: Hebûna Talabanî ji her kesî re girîng e

Barzanî: Hebûna Talabanî ji her kesî re girîng e

Belav bike

Piştî civîna li gel mekteba siyasiya YNK`ê , Mesûd Barzanî di kongireya rojnamevanî de behsa serdana îro bo bajarê Silêmaniyê kir û got: Hatina me bow ê yekê ye ku taku em ji YNK`ê re bêjin em di hemû deman de li gel weda ne û niha jî ji her demi zêdetir em rêkeftina stratejî bi pêwîst dizanin.

Barzanî got: “Hebûna Mam Celal bo YNK`ê û PDK`ê û hemû hizban giringe”. Her weha li bare rewşa tendirustiya Serokomar de jî got: “Li gor nûçeyên dawiyê ku ji tîma serpereştiya pizîşkî gihîştiye destê me, tendirustiya Mam Celal gelekî base û em pişta xwe didin Xwedê ku bi xweşî vegere bo Kurdistanê, di heman demê de jî divê em hemû egeran jî ber cave xwe bigrin.”

Barzanî ev jî ragihand: “Ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê yekrêziya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelekî giringe û piştre jî hevpeymaniya navbera YNK`ê û PDK`ê û hemû aliyên din, bi wê yekê em dikarin xebat û têkoşîna gelê Kurd berdewam bikin ku Mam Celal tê de westiyaye. ”

Ji aliyê xwe ve jî Kosret Resûl Elî di kongireya rojnamevanî de spasiya serdana Mesûd Barzanî û şanda pêre kiriye û amaje bi wê yekê jî kir ku, “Cenabê Barzanî di her demê de bi xemxurî li gel mede bûye.”
Piştre Mesûd Barzanî di bersiva pirsyarekê sebaret bicîhkirina kesekî li Bexdadê li şûna Mam Celal, amaje bi wê kir û got: “Hêşta cenabê Mam Celal di jiyanê deye û heya niha tu tiştek di vê bare de li gel kesekî nehatiye behs kirin û tendirustiya Mam Celal zor base, eger rewşên din jî hatin pêş, wê demê emê behsa wê yekê bikin.”

Sebaret bi vekişyana hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bo cihên xwe û vegera wan ji navçeyên derveyî Herêmê, Barzanî got: Vegeryana hêzên pêşmerge li wan navçane girêdayiye bi vekişyana artêşa Êraqê ye û di van nêzîkan jî civîna navbera şanda Herêmê û Bexdadê tê saz kirin.

Libarê rêkeftina stratejî ya navbera YNK`ê û PDK`ê, di bersivdana pirsyarekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê tirsa xwe ji wê rêkeftinê heye, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir û got: “Çi demi tirsa me ji rêkeftina stratejî nebûye û erkê niştimanî û yê exlaqî weha li her du aliyan dike ku zêdetir pabendbin bi wê rêkeftinê.”

Her di wê kongireya rojnamevanî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev jî aşkira kirk u ew ne geşbîne bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Herêm û got: “Ji ber têkçûna rewşa tendirustiya Mam Celal, niha goftûgo hatine sekinandin û bi awayekî giştî jî, ez ne geşbînim bi çareseriya kêşeyan.” (Xendan)