Serrûpel Nûçe PKK berpirsê “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî” li Şengalê revand

PKK berpirsê “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî” li Şengalê revand

Belav bike

Di daxuyaniyekê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand ku li Şengalê PKK roja 28.04.2019 berpirsê wê li Şengalê revandrevand û ew niha di zindanê de ye, li cem PKK girtîye.

BCF her wiha di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ji dema rizgarkirina Şengalê de, PKK nahêle ew alîkariyê ji xelkê Şengalê re pêşkêş bikin û her demê rê li ber wan digire.

BCF bang li hêzên hevpeyman, hikûmeta Îraqê û dezgehên mafên mirovan kir ku rê li ber binpêkirinên PKK bigirin.

BCF her wiha ragihand, ji ber PKK nahêle wan alîkarî ji ser Şengalê rawestandin.