Serrûpel Nûçe Ebdulselam Osman behsa revandina xwe dike

Ebdulselam Osman behsa revandina xwe dike

Belav bike


S
iyasetmedar û çalakvan Ebdulselam Osman:  “Xebat Dêrikî ez revandim, wî demançe xiste serê min”

  Ebdulselam Osman ( jidayikbûn 1977) endamekî damezrêner yê Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê û yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ye. Çalakvanê ku ji pêncsaliya xwe ve bi ji ber felça zarokan janê dikişîne, piştî ku PKK ew tehdîd kir ji Sûriyê revî. Piştî çend mehên li Stenbolê, wî vê dawiyê mafê penaberiya siyasî li Elmanyayê stand. Di hevpeyvîna bi KurdWatch re ew li ser rewşa niha ya komên hevrêziyan li deverên kurdî û li ser revandina wî ji aliyê PKK ve diaxive.

KurdWatch: Ji destpêka şoreşê li herêmên kurdî hejmarek mezin ji komên hevrêziyan hatin damezrandin. Tu dikarî yên herî giring bidî naskirin û hinekî li ser dîroka damezrandina wan bêaxivî?
Ebdulselam Osman: Yekemîn koma hevrêziyê ya ku hat damezrandin navê wê Hevrêziya Ciwanên Berxwedanê bû. Wê di 1ê nîsana 2011ê de xwenîşandana yekê li Qamişloyê lidarxist. Me li ber mizgefta Qasimo xwenîşandan destpêkir û daxwaza azadiyê ji bo gelê Sûriyê kir. Piştî du heftiyan Hevbendiya Tevgera Ciwanên Kurd hat damezrandin. Wê demê komeke din jî hebû bi navê Cizîrê, wê jî xwest tevlî şoreşê bibe. Piştî sê heftiyan Hevbendî parçe bû. Aliyê veqetiyayî navê xwe kir Hevbendiya Ciwanên Sewa. Dûvre civînek hebû, ji bo ku hemû komên hevrêziyê di bin yek banî de bixebitin. Biryar hat standin ku Encûmena Tevgerên Ciwanên Kurd bê damezrandin. Di vê encûmenê de ev kom hebûn: Ciwanên Berxwedanê, Hevbediya Tevgera Ciwanên Kurd, Hevbendiya Ciwanên Sewa û Ciwanên Cizîrê. Mixabin ev yekîtî jî ji hevdû ket. Ciwanên Sewa û Hevbendiya Tevgerên Ciwanên Kurd dev ji kombûnê berdan. Di wê demê de li deverên kurdî yên din jî gelek komên hevrêziyê hatin damezrandin û wisa me çalakvan rêkirin Dêrikê, Serê Kaniyê, Kobaniyê, Efrînê, Helebê, Reqayê û Girê Sipiyê û di 7ê tîrmeha 2011ê de me Yekîtiya Hevrêziyên Ciwanên Kurd li Sûriyê damezrand.

KurdWatch: Destpêkê tenê li Qamişloyê xwenîşandan hebûn. Têkiliya we bi çalakvanên li bajarên din re hebû? Kê ew kom damezrandin?
Ebdulselam Osman: Wê demê me têkilî bi çalakvanên li bajarên din re çêkirin û wan komên hevrêziyan damezrandin. Piştî wê li van bajaran jî xwenîşandan lidarketin. Tenê li Amûdê rewş bi rengekî din bû. Li wir çalakvanan berî me xwenîşandan lidarxistin. Wan demeke dirêj di bin navekî hevbeş de xebat kir, wan navê xwe kiribû Ciwanên Amûdê.

KurdWatch: Kîjan komên hevrêziyan niha giring in?
Ebdulselam Osman: Yekîtiya Hevrêziyên Ciwanên Kurd li Sûriyê, Avahî, Ciwanên Jidayikbûna Azadiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşê yên Kurd, Tevgera Ciwanên Kurd û Sewa. Ev yên herî giring in.

KurdWatch: Tu dikarî çend ristan girêdayî her komekê bêjî? Bernameyên wan yên siyasî û cudahî di navbera wan de?
Ebdulselam Osman: Ew hemû bêyî projeyekê ne ji bo pêşeroja siyasî ya Sûriyê. Û ji hêla siyasî ve jî ti cudahî di navbera wan de tine. Tenê Koma Ciwanên Şoreşê yên Kurd cuda ye. Ev kom xwedî bernameyeke ji bo tevaya Sûriyê ye. Bêhtiriya komên din yên hevrêziyan siyaseteke xwerû kurdî birêve dibin û ew dixwazin mafên Kurdan di hundurê Sûriyê de bi dest bixin.

KurdWatch: Tu dikarî hinekî li ser hejmara alîgirên wan agahiyan bidî û ew li kû çalak in?
Ebdulselam Osman: Komên min bi nav kirin bi giranî li Cizîrê çalak in û bêhtiriya endamên wan li wir dijîn. Destpêkê gelek kes tevlî komên hevrêziyan dibûn, lê ev yek kêm bû. Mirovan dît ku komên hevrêziyan roj bi roj mîna partiyên me tevdigerin. Niha ew gelekî bêhêz in, ew nikarin civatê biguherînin.

KurdWatch: Gava ciwanan li herêmên kurdî destpêkir ku komên hevrêziyan saz bikin û xwenîşandanan amade bikin, hêviyeke mezin peyda bibû. Bawerî ew bû ku ewê nêrînên nû yên siyasî derbasî nav civakê bikin, partiyên siyasî hişyar bikin û bi xwe roleke siyasî ya rêber bilîzin. Lê di rastiyê de piştî nêzîkî du salan rola wan di şoreşê de gelekî lawaz e. Çima?
Ebdulselam Osman: Destpêkê wisa dixuya ku ewê karibin roleke giring bilîzin. Ciwanên kurd yên ku xwenîşandan lidardixistin gelekî xwîngerm bûn, ji bo ku rejîmê biherifînin û ji bo civaka kurdî rêyên nû vekin. Lê wan ew yek nebir serî û derfet ji dest dan ku bernameyekê ji bo siberoja Sûriyê biafirînin. Ji ber wê partiyan bi asanî karîbûn bandorê li wan bikin, ew bûn mîna partiyan. Nexweşiyên partiyan bi komên hevrêziyan jî ketin. Partiyan komên hevrêziyan parçe kirin. Wan ne tenê mîna partiyan kar kirin, na, ew di bin siha wan de kar dikin, û ev yek hîn xirabtir e. Astengiyeke din ewe ku hin kesên rêberên komên hevrêziyan yên niha heyî ti caran di nav girseyê de çalak nebûne. Wan ti caran xwenîşandan lidarnexistine.

KurdWatch: Kîjan komên hevrêziyan girêdayî kîjan partiyê ne?
Ebdulselam Osman: Tevgera Ciwanên Kurd destpêkê hestên alîgiriya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ya Ismaîl Hemê dida xuyakirin. Ji kêmayî Yekîtî bi gotinan piştgiriya şoreşê dike, loma ew ji hêla siyasî ve nêzîkî me bû. Niha Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) ya Ebdulhekîm Beşar bêhtir komê dike bin kontrola xwe. Ev dide xuyakirin çiqasî ew berjewendîperest in. Tevgera Kurdistana Sûriyê nêzîkî Ebdulhemîdê Hecî Derwêş e. Piştî ku Tevgera Ciwanên Kurd bû endama Encûmena Niştimanî ya Kurdî, wê jî xwe nêzîkî partiyên kurd kir, wê ew rola ku jê dihat xwestin di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de nelîst. Hevbendiya Avahî ne endama Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye, min bawere ev ji ber wê yekê tê ku ew endama Encûmena Rêberî ya Bilind ya Şoreşa Sûriyê de. Ev encûmen bêhtiriya endamên wê ji Biraderên Misilman (Ixwan Milsimîn) in. Lê ew bi pirranî tenê li Amûdê çalak in û tenê hin çalakvanên wan li Qamişloyê hebûn, wan jî bi demê re dev jê berdan.

KurdWatch: Em vegerin ser te. Tu yek ji çalakvanên yekê yê Şoreşa Sûriyê yî li deverên kurdî. Çi astengî di rêya te de derketin?
Ebdulselam Osman: Dezgehên Ewlekariyê, berî her tiştî Ewlekariya Dewletê, hertim ez tehdîd dikirim. Wan dixwest min bigirin û talî min bikujin. Dezgeha Ewlekariya Siyasî jî berê xwe da min. Li dijî min bi tevayî diwazdeh caran li ber Dadgeha Ceza li Qamişloyê doz hatin vekirin, bêhtirê caran ji ber beşdariya di xwenîşandanên bê destûr de, têkbirina aramiyê û êrişkirina karmendên Ewlekariya Dewletê. Herwiha wan sixurên kurd rêkirin cem min ji bo ku ez dev ji çalakiyên siyasî berdim anjî derbasî aliyê rejîmê bibim. Di 10ê tebaxa 2011ê de ez hatim revandin, bi êvarî, gava min dixwest ez piştî xwenîşandanekê vegerim malê. PKK ez revandim. Wan ez sê rojan girtim. Roja dawî wan ji min re got: »Em dixwazin ku tu ji me re kar bikî. Em dixwazin civaka kurdî bi aliyê xwe de bikişînin û tu dikarî di vê yekê de piştgiriya me bikî. Em dixwazin kolana kurdî me bipejirîne.« Herwiha wan ez tehdîd kirim û gotin: »Qet neyê bîra te ku em nikarin te hertim bigirin. Tu li kû derê bî jî, em dikarin te bibînin û bi xwe re bibin.«

KurdWatch: Li kû û çawa tu hatî girtin?
Ebdulselam Osman: Wan ez li Enteriyê girtim. Dezgeha Ewlekariya Dewletê û Dezgeha Ewlekariya Siyasî revandin bi rêya mêrekî amade kirin, navê wî Ebdulezîz Yûnis e. Ew bi hevkariya xwe bi muxaberata sûrî re naskirî bû. Wî telefonî min kir û xwest werê cem min malê. Min nepejirand. Me hevdû li xwaringehekê dît. Wî ji min re got ku rejîm naxwazê ku ez piştgiriya şoreşê bikim. Wî xwest ku ez bi rejîmê re hevkariyê bikim. Min ev yek nepejirand. Min got ku ez wê yekê nikarim û ku tevaya gel piştgiriya şoreşê dike. Di wê rojê de xwenîşandanek hebû ku ez jî di wê de beşdar bûm. Piştî xwenîşandanê Yûnis got ku gereke ez nehêlim ciwan herin nava bajêr. Yûnis xwest min bibe cem wan. Ez bi wî re li erebeya wî siwar bûm, keseke din jî ji Enteriyê bi me re bû, em bi hevre çûn malê. Yûnis dûvre ket rêyeke girtî. Ew rawestiya û gava min berê xwe bi aliyê rastê ve zîvirand, kesekî derî vekir û demançeyek kir serê min. Wî ez ji erebeyê derxistim û bi pişt xwe ve kişkişand û xistim erebeyeke din.

KurdWatch: Wan tu birî kû?
Ebdulselam Osman: Ez baş nizanim. Li nêzîkî Dêrikê bû.

KurdWatch: Tu ji kû dizanî ku PKK tu revandî?
Ebdulselam Osman: Xebat Dêrikî [kadroyekî PKK yê naskirî, yê ku di sala 2012ê de di pevçûneke li Qamişloyê de bi fîşekan hatibû kuştin – agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] ez revandim, wî demançe da ber serê min. Wan bi xwe jî ji min re got ku ew ji PKK ne.

KurdWatch: Ji ber vê yekê te di çileya pêşîna 2011ê de dev ji welêt berda?
Ebdulselam Osman: Min nexwest tiştê ji min hat xwestin bikim. Ji min re xuyakirî bû, eger rejîm min nekuje, wê PKK min bikuje. Ji ber wê ez reviyam.

KurdWatch: Çima ber bi Tirkiyeyê ve?
Ebdulselam Osman: Wê demê tenê ew rê li pêşiya min hebû. Weke tê gotin ez di navbera du eniyan de bûm. Ez mecbûr bûm ku bi aliyê Tirkiyeyê de birevim. Destpêkê ez li cem mirovên xwe li Mêrdînê mam. Dûvre nîşan hebûn ku PKK li min digere. Dûvre ez ber bi Stenbolê çûm.

KurdWatch: Gelek çalakvanên seetên destpêkê dev ji welêt berdan û çûn Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ew tên rexnekirin. Tu van rexneyan di cih de dibînî?
Ebdulselam Osman: Ez rexneyan di cih de nabînim û ez di vir de ti pirsgirêkan jî nabînim. Gelek çalakvan li Tirkiyeyê dijîn û beşek reviya Kurdistana Iraqê. Ew kesên ku li Tirkiyeyê dijîn dikarin ji Kurdistana Iraqê bêhtir bi azadî karê xwe yê siyasî bikin. Çalakvanên li Kurdistana Iraqê qet mîna yên li Tirkiyeyê ne çalak in. Ew di bin çavdêriyê de ne û ew azadiya ku li Tirkiyeyê di destê me de ye bi dest wan nakeve.

KurdWatch: Çima ev wisa ye?
Ebdulselam Osman: Her welatek xwedî berjewendiyan e. Li gor rewşa berjewendiyan her yek ji wan bêhtir yan kêmtir azadiyan dide.

KurdWatch: Tu ji duh ve li Elmanyayê yî, Desthilata Federal hîn li Tirkiyeyê mafê penaberiya siyasî ji bo te pejirand. Hêviyên te çi ne?
Ebdulselam Osman: Me ev şoreş destpêkir ji bo ku em jiyaneke azad bijîn. Ligel ku ez hew li Sûriyê me, hîn jî ez hêviyeke mezin di vê şoreşê de dibînim. Em gelekî dûr in, lê hîn em çalak in. Li devera me şoreş hîn ewqasî pêşve neçûye weke li deverên din yên welêt. Em ji bo wê yekê kar dikin ku şoreş li cem me jî xurtir bibe. Ji bo min jiyanek nû li Elmanyayê destpêdike. Wekû kesekî xwediyê kursiyê bi taker, ez li vir xwediyê îmkanên ji Sûriyê yan ji Tirkiyeyê gelekî cuda me. Ez pir bi kêf im, dixwazim vê derfetê bi kar bînim û ji hêla siyasî ve hîn bêhtir çalak bim.

KurdWatch: Ji şoreşeke aştiyane rewşeke pir bi xwîn çêbû. Opozisyon jî her diçe bêhtir şidetê bikartîne. Selafîst û komên el-Qaîda jî li aliyê opozisyonê her ku diçe roleke mezintir dilîzin. Ji be çi ev yek?
Ebdulselam Osman: Xwenîşanderên ku ji bo azadiyeke bêhtir derketin ser kolanan aştiyane bûn. Bersiva zordar ya rejîmê mirov mecbûr kirin ku rajin çekan. Eger wan xwe çekdar nekirban, rejîmê wê ew qelandiba. Wan çek hildan ji bo ku mirovên derdorê û xwe biparêzin. Îro şoreş bûye çekdar. Gerek bû Kurdan jî xwe ji vê yekê re amade kiribûya. Mixabin wan ev yek nekir. Wan xwe çekdar nekir.

KurdWatch: PYD xwe amade kiriye?
Ebdulselam Osman: Belê. Lê tiştê ku PYD dike ne ji bo Kurdan yan ji bo şoreşa Sûriyê ye, lê ji bo PKK ye.

KurdWatch: PYD û PKK li Sûriyê çi dixwaze?
Ebdulselam Osman: Deverên me ji PKK re mîna çêlekekê ne ku ew şîrê wê didoşin. PKK bi kontrolkirina sînoran, firotina gaz û madeyên petrolê û bi rêya gelek karên din gelek pere qezenc dike. Bêhtiriya girtiyên PKK hatin berdan. Wê mûşekên xwe, yên ku rejîmê dest danîbûn ser wan, şûnde wergirtin. Ew dixwazin mîna ji nîvê salên 1980an heta dawiya 1990an Sûriyê wekû herêma fêrkirina leşkerî û wekû devera xwepaşvekişandinê bikarbînin. PKK û rejîma Beşar el-Esed gelekî dişibin hevdu. Gelê Sûriyê ji Beşar el-Esed re ne giring e. Ew tenê bo xwe û malbata xwe difikire. Ji bo PKK tenê berjewendiyên partiyê giring in. (KURDWATCH, 25.12. 2012)