Serrûpel Nûçe PKK Yekîtî (YNK) tehdîd kir

PKK Yekîtî (YNK) tehdîd kir

Belav bike

Rêveberê YNKê Osman Banîmaranî eşkere kir ku PKK û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (ser bi PKK ve ye) ji ber hevdîtin û civînên wan bi Tirkiyê re wan tehdîd dikin.

Banîmaranî ji BasNews re ragehand: Sedema wan êrîşên li ser YNKê, yên ji aliyê Tevgera Azadî û PKKê ve tên kirin, ji ber YNKê du caran hevdîtin li gel Tirkiyê kirin.

YNK û Tirkiyê li hev kirin ku PKK û hêzên nêzîkî wê û ser bi wê ve ji sînorê parêzgeha Silêmanî werin derxistin û astengkirin.