Serrûpel Nûçe Keça Suriyeyî bû Şahciwana Ereban

Keça Suriyeyî bû Şahciwana Ereban

Belav bike

Keça Suriyeyî Nadîne Fahad bû Şahciwana Ereban. Li paytexta Misirê li Qahîreyê, Pêşbirka Şahciwana Ereban hate lidarxistin. Di pêşbirkê de keça ku herî zêde çand û kevneşopiyên Ereban temsîl dike hate hilbijartin. Di encama pêşbirkê de Nadîne Fahad bû şahciwana sala 2012 an a Ereban. Di rêza duyem de keça Misirî Rovan Yusuf cîh girt. Sêyem keça Ereban a herî xweşik jî ji Tunusê derket û navê wê jî Nadya Khalifa bû.