Serrûpel Nûçe Şahê Urdunê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Şahê Urdunê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Belav bike

Şahê Urdunê Melik Ebdullah ji bo hilbijartina wî weke serokê herêma Kurdistanê pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Şah Ebdullah di nameya xwe ya pîrozbahiyê de dibêje:

“Cihê kêfxweşiyê ye ji birayê xwe yê ezîz re hestên pîrozbahî derbirim, ku Parlemantoya Herêma Kurdistanê – Iraq baweriya daye we û hûn wek Serokê Herêmê hilbijartine”

Şahê Urdunê serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re dixwaze bi hêviya xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdun û Kurdistanê de ye.

Roja 28.5.2019 parlemantoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart. Biryar e jî roja 10.06.3019 Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de sûnd bixwîne.