Li bajarên Tirkiyê, di rojên dawiyê de li hemberî Kurdan êrîşên nijadperestan zêdetir bûne. Bi taybet jî li navçeya bajarê Afyonê li Sultandaxiyê komên faşîst êrîşa malên Kurdan dikin û dixwazin ku malbatên Kurd wira terk bikin.
Li ser ev zêdebûna êrîşên li dijî Kurdan, BDPê pêşniyaznameyek da meclîsê ku li ew bajarana sûcên nefretê bêne lêkolînkirin. Bi vê minasebetê Parlementerê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik axaftinek kir. Gotinên Sakik rasta bertekên tund yên parlementerên AKP û MHPê hat. Sakik bona ku bersivê bide wan careke din derkete ser kursiyê û wiha axifî: “Werin em heta salên 1920 an biçin. Ka em bibînên kê ji kê re îxanet kiriye. Kê hemû nasname di bin nasnameyekê de tine kiriye. Ka em bibînên kê hemû gelên din qetil kirine. Werin em bi hev re van mijarana niqaş bikin. Dîroka we dîroka
qetliyama ne. Hûn baş dizanin ku we çawa bapîrên kesên ku îro têdikoşin qetil kirine. Hûnê ji komkujiya Dêrsimê re, ji bûyera Muglali re çi bibêjin? Hûnê him bibêjin ‘di salên 1937 û 38 an de li Dêrsimê Kurd û Elewî hatin qetilkirin’, him jî bi vê siyaseta xwe hûnê sûdê werbigrin.”