Serrûpel Nûçe 2 roj bi Ocalan re derbas kirin

2 roj bi Ocalan re derbas kirin

Belav bike

 Fidan navber neda hevdîtinan û seranserî du rojan li girava Îmraliyê ma.

Li gorî agahiyan tê gotin ku bi Ocalan re derbarê çek berdana PKKê de gihîştine mutebakata dirokek berfireh û eşkere.

Mutebakat gellek berfireh e.

Beşîr Atalay ji ber vê yekê derbarê çek berdana PKKê de behsa stratejîyek entegre ya ku bi çek berdana PKKê dawîbibe  dike.

Ocalan di navenda stratejîya entegre de cih digre.

Ocalan niha li benda şandê ye. Li gorî mutebakata ku di navbera Fidan û Ocalan de pêk hat, Ocalan anha derbarê asta nû de biaxive, li benda heyeta ku were serdana wî ye.

Heyet bi giranî ji siyasetmendarê BDPîyan pêk tê.  Tê gotin ku Ocalan ji Gulten Kişanak heta Aysel Tugluk ji Ertugrul Kurkçu heta Ahmet Türk listeyek berfireh pêşkeş kir.

Di Lîsteyê De Du Nav Derdikevin Pêş

Di lîsteyê de navê Sîyasetmadarê Kurd yê herî biqidem Ahmet Türk û parlementerê BDPê Ayla Akat Ata derketin pêş . Ger di herî dawî de tu pirsgirêk dernekeve , li Îmraliyê ev her du kes bi Ocalan re  dê hevdîtinan pêk bînin.

xeberên kurdî