Serrûpel Nûçe “Divê gelê Kurd îradeya xwe ya netewî deyne holê“

“Divê gelê Kurd îradeya xwe ya netewî deyne holê“

Belav bike

 got “wexta wê hatiye ku gelê Kurd îradeya xwe ya netewî deyne holê.” Karayilan peyameke nivîskî ji 12’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re şand û bal kişande ser mijara yekbûna gelê Kurd di warê netewî de û got ku ji bo vê yekê  pêdiviye Koferansa Neteweyî bê lidraxistin. Li gor ANF’ê peyama Mûrat Karayilan: 

“Li Rojhilata Navîn ku berxwedaniya gelan a demokratîk pêş dikeve, di vê demê de rejîmên statukoparêz qeyraneke cidî û pêvajoya serûbinbûnê dijîn. Bi mudaxeleyên hêzên global li ser Rojhilata Navîn şerê ji nû ve parvekirinê tê kirin. Ji bo ji nû ve avakirin di warê demokratîk de pêş bikeve, têkoşîna gelan a li ser demokrasiyê û îradeya wan xwediyê roleke diyarker e. Mirov dikare vê serdemê wekî pêvajoya xitimîna rejîmên netewe-dewletê, kûrbûyîna pirsgirêkên ku vê jê re rê vekirî, pêvajoya bêçaretiya polîtîkayên wan bibîne. Bi qasî wê, mirov dikare vê serdemê wekî pêvajoya ku demokrasiyê têde şansê pêşketinê dîtî û pêvajoya avakirina demokrasiya civakî jî bixwîne. Ji aliyekî ve ku polîtîkayên neteweperest, faşîst ên girêdayî netewe-dewletê di dewrê de ne, ji aliyê din ve jî bi berxwedana gelan netewe-dewlet neçarî jihevketineke cidî tê kirin. Pêvajoya ku wekî ‘Bihara Gelan’ tê nirxandin, pêvajoyeke ku têde pirsgirêka maf û azadiyan a neteweyan û ya tevahî beşên civakî, jinan, hindikahiyên olî û qewmî hîn ketiye ber çavan û ev, çareseriya demokratîk ferz dikin. Di navbera têkoşîna azadî û demokrasiya gelan û modernîteya kapîtalîst û rejîmên li hemberî guhertina demokratîk li ber xwe didin de têkoşîna heyî, wekî ku cîhanê bandor bike, bi wê girîngiyê ji pêşketinên nû re rê vedike. Di herêma me Rojhilata Navîn de pêşketinên girîng ediqewimin. Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, bi awayekî şayanî dîroka wê ya kûr û çanda wê ya dewlemend, wextê avakirina sîstemeke demokratîk hatiye.

Bêguman ev pêşketin, wekî gelê herî qedîm ê di vê erdnîgariyê de Kurdan jî rasterast bandor dikin û Kurdan di guhertinê de dike xwediyê roleke cidî. Aşkere ye ku Kurd êdî ketine wê serdemê ku wekî berê wê neyên rêvebirin. Têkiliyên Kurdan ên navxweyî û têkiliyên wan ên bi gelên cîran û dewletan re, cara yekê asta ku stratejiyên herêmê bi kûranî bandor dike û eleqedar dike, qezenç kiriye. Di nav vê girêdanê de, em di serdemekê de ne ku pêwîst e mirov herî zêde li ser têkiliyên Kurd û Ereb, Kurd û Faris, Kurd û Tirk serê xwe biêşîne, li ser bihizire, girêdayî berjewendiya gelan stratejî û polîtîkayan saz bike.

 
JI BO KURDAN DEMA NÎŞANDANA VÎNA NETEWEYÎ HATIYE

Gelê Kurd, tevî qirkirina di dîrokê de anîne serê wan, tevî parçebûna wan, taybetiyên xwe yên bûyîna netewe parastiye. Bi komkujî û asîmîlasyonê hebûna wan ji holê nehatiye rakirin. Di roja me de jî êdî li her çar beşên Kurdistanê û di gelê Kurd ê li derveyî welat dijî de zanabûna polîtîk, girêdana bi nirxên xwe yên netewî ve û îrade, zanabûn, biryardariya ku vê pirsgirêkê li tevahî parçeyan çareser bike û asta vê ya têkoşînê derketiye holê. Gelê Kurd, ji bo wekî netewe di sedsala 21. de jî bê statu nemîne, ji bo ferzkirinên bi zorê yên ku bi ti awayî bi daxwazên wê yên civakî û bi berjewendiyên wê yên netewî re li hev nayê di pratîkê de çênebin, ji bo mafên xwe yên herî xwezayî yên wekî gel bijî, wextê wê hatiye ku îradeya xwe ya netewî deyne holê. 

Ji bo yekîtiya netewî, ji bo demokrasî û azadiyê şert û mercên vê pêvajoyê heta dawî musaîd in. Ev pêvajo ku bi perspektîfa dîrokî neyê nirxandin, polîtîkayên çareseriyê yên hevbeş neyên çêkirin û bi awayekî bi bandor neyên pêkanîn, Kurd wê bi rîsk û xeteriyên mezin re rû bi rû bimînin. Tehemûla Kurdan nîn e ku sedsaleke din winda bikin; divê dîrok dubare neke. Ji bo vê, mecbûr e bi gelên herêmê re di nava têkiliyên wekhevî, azadî û biratiyê de mafên wan ên netewî bigihê temînateke tam. 

Wekî din destpêkê gelên Asûrî û Sûryanî, Ermenî, Ereb û Tirkmen, pêwîst e bi gelên wekî van ên li Kurdistanê xwecih re di çarçoveya têgihîştina “Netewa Demokratîk” de şert û mercên jiyana hevbeş bêne muşexeskirin. Rêya vê jî, bi lez di kombûna “Konferansa Netewî” ya ku tevahî partî û rêxistinên Kurdistanî, derdorên rewşenbîrên welatparêz û nûnerên civakên baweriyê beşdar bibin re derbas dibe. Konferanseke wiha, Kurdan di rewşa niha de wê bi kîjan statuyê, çawa bijîn

û di mijara pêşeroja herêmê de wê roleke çawa bileyîzin, ji bo li ser vê bibin xwedî biryar jî girîngiyeke jiyanî hildigire. 

Ev rastiyek e ku gelê me yê li Kurdistanê û yên derveyî welat, yekîtiya netewî bi hesreteke mezin dixwazin, şert û mercên siyasî û pêşketin jî vê li ser tevahî hêzên Kurdistanî ferz dikin. Wekî tevgera PKK’ê û KCK’ê, ji bo ev Konferansa Netewî kom bibe ku ev heyecaneke mezin dide gelê Kurd û navê gaveke dîrokî ye, em bicihanîna berpirsiyariyên ku dikevin ser me, li hemberî gelê Kurdistanê û tevahî şehîdên Kurdistanê ji bo xwe wekî erkeke nayê derengxistin û wekî deynekî dîrokî dibînin. 

DIVÊ KOMÎTEYEKE AMADEKAR BÊ SAZ BIBE

– Ji bo vê, girîng e Komîteyeke Amadekariyê ya ji kombûna Konferansê berpirsiyar û rayedar, bi pêkhateyeke têrê bike û bi wesfînî (çawanî) xwediyê hêza temsîlê, bê sazkirin. Divê ev komîte rêxistin û partiyên di hemû beşên Kurdistanê de temsîl bike. Bi qasî wê, eger pêkhateyeke ku kesayetên ji aliyê tevahî raya giştî ya Kurd ve tên qebûlkirin û teqdîrkirin jî tê de cih bigirin hebe, wê rast be. Pêwîst e tevahî partî, pêşengên olî û yên qenaetê, nûnerên jin û ciwanan, welatparêz û rewşenbîr beşdarî Konferansa Yekîtiya Netewî bibin. Wekî şertê pêşî yê beşdarbûna Konferansê, divê mirov ji bo tevahî nirxên ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe qezenç kirî, bi rêzdarî nêzik bibe.

– Ji bo avakirina yekîtiya netewî ya Kurdan, em bawer dikin ku domdariya Konferansa Netewî û ji bo têkiliyên bi gelên cîran re di nava aştî û biratiyê de bên pêşxistin û bên jiyandin, hinek prensîbên bingehîn xwediyê girîngiyeke jiyanî ne. Ji bo Konferans di wateya rast de bibe bingeha saziyeke netewî ya hevgirtî, divê prensîbên ku xwe pê digire bên zelalkirin û bi nîqaşa li ser van prensîban hevbeşbûn bê çêkirin. Ev girîngiyeke mezin dihilgire. Di vê wateyê de prensîbên ku pêwîst e Konferans esas bigire, ez pêwîst dibînim ku wan carek din, ji raya giştî ya Kurdistanê û ji Civata Giştî re pêşkêş bikim.

Me di daxunîya xwe ya 11.03.2012 an de, prensîb û pêşniyarên xwe bi berfirehî ji reya giştî re pêşkêş kiribû. Ez dixwazim li vê derê bi kurtî bîrbînim.


Prensîbên Giştî:

1. Prensîba Şer û Aştiyê;

2. Prensîba Yekîtiyê;

3. Prensîba Demokratîk;

4. Prensîba Mafên Çandî;

5. Prensîba Siyaseta Demokratîk û Civakî û Aboriyê;

Pêşniyarên Pratîkî:

1. Dîplomasiyeke birêxistinkirî û hevbeş;

2. Yekkirina Hêza Parastina Netewî;

3. Pêkanîna Desteyeke Rêveber;

Bi vê munesebatê ez carek din Civata Giştî silav dikim û di karê we da serkeftinê dizwazim.” Hêjayî gotinê ye, ev demek dirêje mijara li darxistina Konferansa Netewî ya ku dê ji 4 perçeyên Kurdistanê tê de beşdar bibin di rojeva Kurdan de ye. Çavlirêye ev Konferans li Herêma Kurdistanê bê li darxistin. Berî niha, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa vê Konferansa Neteweyî kir ku çend pêdiviya gelê Kurd pê heye û divê ev Konferans bê li dar xistin. Her weha Serokê Herêmê dabû diyarkirin jî dê armanca vê Konferansê ew be yekîtiya gelê Kurd li ser bingeha aştiyê be.

 

Avestakurd