Serrûpel Nûçe Putîn ji Depardieu re pasaporta Rusya şand

Putîn ji Depardieu re pasaporta Rusya şand

Belav bike

Aktorê navdar yê Fransiz Gerard Depardieu, ji Rusyayê pêşniyara hemwelatiyê girt. Depardieu, li Fransa ji ber ku ji kesên dewlemend baca serwetê tê stendin, bona ku baca serwetê  nede welatê xwe terk kiribû û li Belçîkayê bicîh bûbû. Li ser vê biryara Depardieu, di serî de Serokwezîrê Fransa, ji aliyê gellek Fransizan ve hatibû rexnekirin. Wî jî bertek nîşana rexneyan dabû û biryar girtibû ku ji hemwelatiya Fransa derkeve.
Li gorî nûçeya rojnameya Fransiz Le Monde, aktorê 64 salî ji Rusyayê pêşniyara hemwelatiyê girt. Depardieu ragihandiye ku hevalê wî Putîn bi wî re pasaporta Rusyayê şandiye.
Hat diyar kirin ku Putîn, biryarnameya hemwelatiyê a Gerard Depardieu jî îmze kiriye.