ANF’ê di nûçeyeke xwe de bêyî ku ti belgeyan pêşkêş bike, çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ku vê dawiyê yekîtiya siyasî di navbera xwe de pêk anînîbûn bi sîxûrên Tirkiyê tomet bar dike û dibêje: “Ew di bin kontrola hêzên herêmî de ne û dixwazin gelaciyê li Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Di vê derbarê de sekertêrê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdûlhekîm Beşar di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re wiha got: “Ji PKK’ê tê xwestin ku şerê me bike û her ku rejîma Esed lawaz dibe, dest bi xirab kirina navê me dikin û li Rojavayê Kurdistanê astengiyan ji me re çê dikin.”
Ev demeke di navbera çend partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de derketiye hole. Berî çend rojan şer û pevçûn di navbera PYD û Partiya Yekîtiya Kurd li bajarê Dirbêsiyê çêbû.
Biradost Azîzî -(Rûdaw)