Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê di meha çileya 2012 de, cezayê yê çalakên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî pesend kir û beriya niha ji bo pêkanîna ceza melayê Merîwanê hatibû agahdarkirin. Ev nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Mehrê ve hatibû piştrastkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestixstin, dozgerê rejîma Îranê yê Sineyê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê yê girtiyên Kurd ên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî ku birayên hev in, çûye girtîgeha Gewher Detş a bajarê Kerecê. Tê îdîakirin ku dibe her du bira di nava sê an çar rojan de bêne bidarvekirin.
Dayika Zanyar û Loqman Muradî ev agahiya pêkanîna cezayê darvekirinê pişrast kir û li hemberî vê yekê banga bihîstyariyê li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir.
Balkêş bû ku pêkanîna cezayê darvekirina her du girtiyên siyasî yên Kurd, di duwemîn salvegera girtiyê Kurd ê siyasî yê ji doza PJAK’ê Huseyîn Xizirî de hate rojevê. Huseyin Xizirî bi nasnavê Hêmin 6’ê çileya 2011 li gel hemû nerazîbûn û bertekên raya giştî bi awayeke dizîkî ve ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin.
Girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Muradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayên wan yê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê ku serlêdan red kir, her weha dosyaya wan jibo înfazê, şand beşa pêkanîna ceza. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Muradî re ragihandin.
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê “Muharib” ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn.
MÛRADÎ: DÊ ME LI BER ÇAVÊN GEL DARVE BIKIN
Zanyar û Loqman Mûradî di nameya der barê rewşa xwe de, di meha çileya 2012 de nivîsandine de dibêjin: Ev name ji aliyê Zanyar Mûradî yê 25 salî û Loqman Mûradî yê 28 salî yên bê guneh di girtîgeha Recayî Şehrê de hatiye nivîsandin. Biryar hatiye dayîn ku me li ber çavên gel bi dar ve bikin. Em bin îşkenceyên giran de ne, bi îşkenceyên giran van sucên ku me nekirine, bi me dane îmzekirin” û banga hestyariyê li Kurdan û raya giştî ya navneteweyî kirin.”
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê “Muharib” ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê îdamê li wan hatibû birîn.
JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN
girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.
Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Her wiha, li gorî tomarên ANF’ê navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne:
Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa. (ANF)