Serşêwirmendê siyasî yê serokwezîrê Tirkiyê û parlamenterê Enqere yê partiya dad û geşedanê (AKP), Yalçîn Akdogan li bara hevdîtinên vê dawiyê yên dewlet û parlamenterên BDP bên bi Ocalan re diyar kir ku “şerê li dijî terorê” gelekî berfireh e û wiha anî ziman “Piştî vê qonaxê dê derkeve ka kê jidil e kê jidil nîne.”
Akdogan ku beşdarî bernameya televîzyonî ya Kanal 7 a Tirkiyê bibû, behsa hevdîtinên parlamenterên BDP bi Ocalan re jî kir û got ku armanca bingehîn a van hevdîtinan ew e ku PKK çekên xwe danê.
Serşêwirmendê serokwezîrê Tirkiyê li bara daxuyaniyên serokê KCK, Murad Karayilan ên li bara hevdîtinên bi Ocalan re jî nirxand û wiha axivî “Min daxuyaniyên Karayilan bêwate dît. Li hember îradeya Abdullah Ocalan derdikeve. Daxuyaniyên Qendîl di min de karîgeriyek nerênî çêkir.”
Yalçîn Akdogan ji opozîsyonê bi taybet BDP jî xwest piştgiriyê bidin qonaxê.
Serokê koma civakên Kurdistanê (KCK), Murad Karayilan piştî hevdîtina parlamenterên kurd Ehmed Turk û Ayla Akat bi Ocalan re gotibû “Vê gavê hevdîtin hene lê divê gavên pratîkê bên avêtin.” (Rûdaw)