Serrûpel Nûçe “Kampeke din ji bo kurdên rojava ava dikin“

“Kampeke din ji bo kurdên rojava ava dikin“

Belav bike
Barzanî îdîayên ku behsa girtina sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin red kirin û got: “Armancên siyasî li pişt wan gotin û nûçeyn hene”

Li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de Nêçîrvan Barzanî got: “Tenê xala sînorê Herêma Kurdistanê ligel Rojava, Pêşxabûr e. Me ji ber meseleya ewlekariyê sînorê di navbera herêmê û rojava de kontrol kiriye û bi tu awahî sînor negirtiye…’’

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku li navçeya Zumar, sînor di bin kontrola wan de ye divê hikûmeta Îraqê biryarê li ser bide.

Barzanî got ku ji ber meseleya ewlekariyê tenê sînorê navbera du gundan hatiye têlkirinniyeteke wan ya girtina sînor nîne.

Serokwezîr diyar kir ku ewê kampeke din ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê ava bikin.

AVESTA KURD