Bi biryara wezereta Navxwe ya Tirkiye şaradarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin.
Îro serê sibê polîsan derdora avahiya her sê şaredariyan girtin û çûn û hatin lê qedexe kirin.
Bi fermana Wezereta Navxwe şaradarê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli, şeredaraê Wanê Bedia Ozgokçe û şeredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji karê wan hatine dûrxistin û li cihê wan Qeyum hatine tayînkirin.
Waliyên wan bajaran wê weke Qayum kar bikin.
Her şaredar bi sûcê piştgiriya PKK ji kar hatin bi dûrxistin.