Piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re a Hevserokê KCDê Ahmet Turk û Parlementera BDPê yê Êlihê Ayla Akat Ata, her roj di derbarê naveroka hevdîtinê de îdiayên nû tên îdiakirin. Ji rojnameya Starê, ku ev rojnameya gellekî nêzika hikumeta AKPê ye, Yakup Bulut û Şeyhmus Çakan îdia kirine ku Ocalan 6 tişt ji BDPê xwestine. Li gorî îdiayên wan ev 6 xalên ku Ocalan ji BDPê xwestine wiha ne:
1- Divê nêvenga pevneçûnê bê amadekirin.
2- Divê ji bo xweparastina bi Kurdî rêkûpêkbûn bê kirin.
3- Divê di 4.pakêta darazê de, kesên ku tevlî şîdetê nebûne û kesên ku nexweşiya wan gran in bêne berdan.
4- Divê serdanên Îmraliyê bêne hêsankirin. Di rojên pêş de rayagiştî ji bo hepsa malê bê amadekirin û were xwestin.
5- Bila bi rêvebirên PKKê re li Hewlêrê civîn bêne lidarxistin û divê bêne agahdarkirin.
6- Divê nêveng ji bo xwe vekişandina PKKê were amadekirin ku û hêzên çekdar karibin derkevine derveyî sînorê welêt.
Hêjayê gotinê ye; ev nûçeya di çapemeniya Tirkiyê de bi awakî berfireh cîh girt. Zêdetir di nûçeya xwe de em li ser “îdia”yê sekinîn, çimkî dema em ji 6 xalên ku tê gotin “Ocalan ji BDPê xwestine” dinêrin, ji wan xalan jê 5 xal (xeynî xala 5.) ne karên ku BDP bike ne, tiştên ku pêwiste hikumet bicîhbîne ne.