Serrûpel Nûçe FLAŞ… Televîzyona “K24” li rojavayê Kurdistanê hate qedexekirin

FLAŞ… Televîzyona “K24” li rojavayê Kurdistanê hate qedexekirin

Belav bike

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24ê derbarê girtina nivîsgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye: Astengkirina karê me ji aliyê Îdareya Rojavayê Kurdistanê ve ji bilî li dijî azadiya rojnamevanî û prensîpên demokrasiyê ye, amajeyeke xirab û tirsnak e jî ji bo şêwaza îdarekirin û azadiyên tak, karê medyayî û siyasî, ku hertim rexne li Îdareya Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev jî dibe belgeyek din.

Deqa Daxuyaniya Dezgeha Kurdistan24’ê:

Birêz /

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye

Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor

Wezareta Derve ya Amerîkayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê

Wezareta Derve ya Fransayê

Wezareta Derve ya Elmanyayê

Wezareta Derve ya Şahnişîna Hevgirtî

Rêxistin û dezgehên parastina azadiya rojnamevanan

Dezgeha Kurdistan24 ji bo lêkolîn û ragihandinê, ji dema çend salan ve ye li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) bi wergirtina destûra fermî ji Rêveberiya Xweser karê rojnamevanî li gorî prensîpên pîşeyî, danezana mafên mirovan û hemû beymannameyên navnetewî yên tekezî ser azadiya rojnamevanî û azadiya raman dikin dike. Li piraniya eniyên şer û navçeyê aloziyî lê hene, tîma rojnamevanên me canê xwe xistin metirsiyê û bûn çavkaniya sereke ji medya û ajansên nûçeyan ên navnetewî re.

Ya cihê dilgiraniyê, ev zêdeyî mehekê ye bi biryara çend kesên li nava Îdareya Rojavayê Kurdistanê û bi bê nîşandana sedemên rastîn, karê dezgeha me li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) rawestandine û destûra me ya karkirinê jî hilawestine. Tevî hewl û danûstandinên me ligel Îdareya Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina kar, lê hemû hewlên me bê encam bûn.

Ji ber vê yekê; em ji hemû aliyan re radigihînin me biryar da êdî li bendê nemînin û bi neçarî nivîsîngehên xwe li Rojavayê Kurdistanê digirin û pişt bi çavkaniyên din ên nûçeyan ên li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ve girê didin. Dibe ev jî ne bi xwestek û daxwaza me be.

Astengkirina karê me ji aliyê Îdareya Rojavayê Kurdistanê ve ji bilî li dijî azadiya rojnamevanî û prensîpên demokrasiyê ye, amajeyeke xirab û tirsnak e jî ji bo şêwaza îdarekirin û azadiyên tak, karê medyayî û siyasî, ku hertim rexne li Îdareya Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev jî dibe belgeyek din.

Karê nûçegihanên me di dema dagîrkirina Efrînê, rizgarkirina Minbic, Reqa, Dêrazor û navçeyên din ên Sûriyê de, diçespîne ku em bêalî bû û karê pîşeyane dikir û awêneyên kamereyên me tekane çavkanî ji bo gihandina gefên li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo navendên navnetewî bûn, bi rêya pirsên nûçegihanên me di civînên rojnamevanî, lûtke û kongreyên navnetewî de. Belge dîdevan in. Kurdistan24’ê ti carî li dijî berjewendiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê nebûye, belkû em hertim ligel berjwendiyên gel û daxwazên wan de bûn û me baştirîn xizmetên medyayî pêşkêş dikir. Her kesek jî dizane bi riya şopandin û pirsên nûçegihanên me li Wezaretên Derve ya Amerîka, Rûsya, Koşka Kremlînê, Elîzê, Bruksel û çendîn paytextên welatên din me çi cure babet nîşan didin.

Di qonaxa bê ya karê me de li Rojavayê Kurdistanê, her weke berê emê pabendî prensîpên pîşeyî û karê medyayî bibin. Emê bi hevsengî serederiyê ligel bûyeran bikin û nêrînên hemû aliyan di hemû pirsan de li ber çav bigirin. Herwiha girîngîdana bi pirsên welatiyên Rojavayê Kurdistanê û pirsgirêkên wan ên rojane ji karên me yên sereke ne.

Heger çi bi biryareke siyasî hatibin dûrxistin jî, ji temaşevanan, guhdar û xwendevanê xwe nêzîktir dibin. Emê hewl bidin jî weke berê bûyer û pêşhatan bi zûtirin dem û bi baştirîn şêwe bigihînin raya giştî û cîhanê û wan bi pirsgirêk, alozî û xemên welatiyan agahdar bikin.

Ji bo hemahengiya zêdetir jî, gelek kanalên peywendiyê ji bo gihandina peyaman, şandina nûçe, daxwaz û pirsgirêkên xelkê di dema bê de vedikin û ew dikarin bi şêwazeke cuda ligel me berdewam bikin.

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24’ê

02. 09. 2019