Serrûpel Nûçe MÎTê bi Qendîlê re jî hevdîtin kiriye

MÎTê bi Qendîlê re jî hevdîtin kiriye

Belav bike
Derkete holê ku endamên MÎTê (Teşkîlata Milî a Îstixbaratê) çûne Qendîlê û bi rêvebirên PKKê re hevdîtin lidarxistine. Xwediyê vê îdiayê rojnamevanê rojnameya Yenî Şafakê Abdulkadir Selvî ye. Selvî, di qunciknivîsa xwe a îro de ev hevdîtinên di navbera MÎT û Qendîlê de eşkere kirin.
Selvî wiha dinivîse; “Piştî civîna MGKê (Konseya Ewlekariya Milî) a ku di 26ê Berfenbarê de pêk hat, ji MÎTê heyeteke ku ji 4-5 kesan pêk dihat diçe Qendîlê. Di hevdîtinên li Qendîlê de, lihevhatin pêk nehatiye lê, di nav prensîpan de hevdîtin hatine kirin.”
Selvî, di heman nivîsa xwe de diyar dike ku bi Ocalan re hevdîtinên nû, di 13ê Rêbendanê de wê pêk werin.
Dîsa li gorî îdiaya Selvî, di hevdîtina Ocalan û Hakan Fîdan de, bi taybet ji Ocalan pirsî ne, “hûn hîn doza avakirina dewleteke cuda dimeşînin?” Ocalan gotiye ”na.” Ocalan deklere kiriye ku ew ji Xweseriya Demokratîk jî vegeriyane.