Xecîce dibêje bi tu awahî alîkarî ji wê re nayê kirin.
Ew diyar dike ku li Iranê tenê 9 jin hene li li zanîngeha firokvaniyê dixwînin.
Xecîce Seyfî ji Kirmaşanê ye, dibêje ji bo karekî ew çûbû parêzgehê, hem karê wê çênekirin hem jî jêre gotin dev ji firokvaniyê berde, here ji xwe re mêrekî bike û li mala xwe rûne.
Xecîce Seyfî dibêje ji Ewropa û ji Amerîka dawetname ji wê re hatine lê ji ber hezkirina ji welatê xwe ew derneketiye.
Ew weke pîlot kar dike.