Li gorî ragihandina HPGê (Hêzên Parastina Gel), di şerê ku 7ê Rêbendanê li Çelê qewimiye de, 34 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin. Di heman şerî de 8 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane. Di berdewamiya daxuyaniya HPGê de hatiye diyarkirin ku, bi 5 gerîlayan re pêwendî qut bûye.
Gerîlayên HPGê, di 7ê Rêbendanê de, li navçeya Colemergê li Çelê, êrîşên hevedemî li dijî qereqola Karataş, Tugaya Çelê û baregeha leşkerî a Girê lidarxistibûn.
Li gorî nûçeyên ku di derbarê êrîşên Çelê de, di çapemeniya Tirkiyê de derketin; leşkerekî jiyana xwe wenda kiriye û 14 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.