Serokomarê Tirkiyê ragihand, ku pilana Navçeya Aram, ne li gor wane û got, ew rê nadin korîdora terorê li başûrê sînorên wan hebe.
Receb Teyib Erdogan got, wan hemû belge derxistine holê ku YPG baskekî PKKê ye, lê wan nekarî baweriyê bi rojavayiyan bînin.
Erdogan dazanîn, eger ji bo navçeya aram piştgiriya zêdetir ji bo wan neyê kirin, wê sînoran bo penaberên Sûrî ber bi Ewropa vekin.
Serokomarê Tirkiyê behsa danûstandinên welatê xwe ligel Amerîka kir û got, Amerîkî di mijara Rojhilatê Firatê de hertim behsa pirsa Kurd dike. Bi gotina Erdogan, kurdên li Minbic ne dilsozên gelê Kurd in ew baskê rêxistineke terorîstî ne.